
Li gundê Dêrna Axê yê navçeya Çil Axa ya herêma Dêrikê leşkerên dewleta tirk a dagirker cotkarek kirin hedef û ew kuştin.
Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor Sûriyê-Tirkiyê cotkarê bi navê Mihyedîn Abdullah ê 50 salî kuştin.
Cotkar navborî ji gundê Dêrna Axê yê navçeya Çil Axa bû.
Hate diyarkirin ku Mihyedîn Abdullah dema diçû nava erdê xwe ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebarandin.