Artêşa Niştimanî êrîşî nuqteyek çeteyên dewleta Tirk kir

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êrîşî nuqteyek çeteyên dewleta Tirk li rojavayê welêt kir.

Li gorî ragihandina Artêşa Niştimanî, hêzên artêşê ji nuqteyên xwe yên li baregeha El-Wetiya ya asîmanî êrîşî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk kir.

Di encamê de çete ji nuqteyê reviyan û alavên avêtina fûzeyan ên ji cûreya Girad hatin teqandin.

Her wiha gelek çek û cebilxane, hatin desteserkirin.

Duh jî Artêşa Niştimanî 4 balafirên Tirkî li deverên cuda xistin û êrîşên hikûmeta Wîfaqê ya ixwana mislimîn û çeteyên dewleta Tirk li herêma El-Wetiya jî şkandin.

Jimara çeteyên Sûrî ku gihane Lîbyayê bû nêzî 9 hezarî

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di şerên dawî li Lîbyayê de 11 çeteyên Sûrî hatine kuştin ku yek ji wan temenê wî kêmî 18 salî ye.

Li gorî Çavdêriya Sûrî jimara çeteyên Sûrî ku bi riya Tirkiyê gihane Lîbyayê nêzî 9 hezarî bûye.

Ji wan derdora 300 çete hatin kuştin, ku ji wan 17 kes kêmî 18 salî hene.

Back to top button