DE MISTURA: KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA SÛRÎ NE RAWA YE

“Komîteya destûrê ya ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser dixebitin, ne rewa ye.”

Ev gotinên Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura ya derbarê pêvajoya komîteya destûrê ye..

Rûsya û Îranê jî diyar kirin ku lîsteya komîteya destûra Sûrî temam bûye..

Lê xuyaye ev pêvajo jî wê biçe Cenevê.

Demeke pêvajoya komîteya nîqaşkirina destûra Sûrî xetimî ye.

Divê heta dawiya vê mehê bê ragihandin..

Komîteya nîqaşkirina destûrê ji 150 kesî pêk tê.. 50 nûnerên opozisyonê.. 50 yên rejîmê.. 50 jî Neteweyên Yekbûyî diyar dike.

Lê rejîma Sûrî lîsteya neteweyên yekbûyî red kir û ji wê demê ve krîzek li holê heye.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku komîteya destûrê ya ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser dixebitin, ne rewa ye, ji ber ku ne bi biryardayîna Neteweyên Yekbûyî ye.

Staffan de De Mistura di kongreya Dewheyê ya li Qeterê axivî û wiha got:

“Destûr xala destpêkirinê ye û dabeşkirina desthilatdariyê pir girîng e, lê ew di biryara 2245`an de tune ye.”

De Mistura diyar kir ku divê biryara dawî ya derbarê komîteya destûrî ya neteweyên yekbûyî be û wiha domand:

“Çiqas dewleteke mezin û girîng be jî, biryara dawîn a Neteweyên Yekbûyî ye û heke erêkirin ji bo destûrê tune be, ew destûr ne rewa ye.”

Tê payîn De Mistura rapora xwe ya dawiyê 20’ê vê mehê radestî konseya ewlekariyê bike.

RÛSYA Û ÎRAN: LÎSTEYÊN KOMÎTEYA DESTÛRÎ AMADE NE

Li aliyekî din jî herdu dewletên ku xwe weke garantor bi nav dikin, Rûsya û Îranê diyar kirin ku lîsteya komîteya destûra Sûrî temam bûye..

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Îranî Cewad Zerîf diyar kirin ku lîsteyên komîteya destûrî temam bûne.

Li gorî çavdêran; daxuxaniyên De Mistura di çarçoveya vegerandina aloziya Sûrî ya xeta Cenevê de tên..

Tevahi pêkhateyên Sûrî beşdarî vê komîteyê nebûne.. Hêzên demokratîk û opozisyona hundirîn hatine paşguhkirin.

Rejîma Sûrî jî hê bi aqilê navendî-parêz dixwaze mijarê çareser bike..

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûrî Staffan De Mistura pêvajoya heyî wiha anî ziman:

“Sûriye ber bi pêvajoyeke siyasî û leşkerî ya nû ve diçe.”

Leave a Reply

Back to top button