Balyozê Çînê yê li Îsraîlê mirî hat dîtin

Balyozê Çînê yê Îsraîlê Du Wei li mala xwe, mirî hat dîtin.

Li gorî meyda Îsraîlê Balyozê Çînê yê Îsraîlê Du Wei li mala xwe ya li paytexta Îsraîlê Tel Ebîb mirî hat dîtin.

Wezareta Hundirîn a Israîlê jî mirina wî piştrast kir.

Wezartê raghand ku polîsên gihaştin cihê bûyerê, derbarê mirina dîplomatê Çînî de, dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.

Li gorî hin televizyonên Îsraîlê, ti nîşaneyên tûndiyê li ser laşê balyoz nehatine dîtin û tê texmînkirin ku ew di encama kirîza dil de miriye.

Lê belê sefareta Çînê ya li Îsraîlê jî ragihand ku ew niha nikare vê yekê teqez bike.

Balyozê Çînê yê Îsraîlê 57 salî ye û di meha Sibatê de weke baylozê Çînê li Îsraîlê dest bi kar kirîbû.

Back to top button