Çeteyên dewleta Tirk di mehekî li Efrînê de 22 sivîl revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê zarokan direvînin û bi darê zorê wan bi xwe re didin zewicandin ku di nava mehekê de, 2 jê jinên temenbiçûk, 22 sivîl revandine. Li gorî Rêxistinê, çete zarokan li Efrînê leşker dikin û wan dişînin Lîbyayê. 

Di nava mehekê de, jê 2 jinên temenbiçûk, 22 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Ev bîlanço ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê ve hate eşkerekirin.

Li gorî berdevkê fermî yê Rêxistinê parêzer Îbrahîm Şêxo, ji nîvê Nîsanê û heya meha Gulanê, artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê, 22 sivîl, di nav de 2 keç, ji kantona Efrînê revandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyên Tirkiyê zarokan direvînin û bi zorê bi xwe re didin zewicandin

Şêxo destnîşan kir ku keçên hatine revandin, zarok in, yek ji wan Hêvîn Morî ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye.

Piştî malbatê qebûl nekir wê bi çeteyan re bizewicîne, ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve hate revandin û çarenûsa wê nediyar e.

Ji bo mijara leşkerkirina zarokan jî, ku êdî Efrînê bûye navend.. Şêxo da zanîn ku “çeteyên Sultan Murad û ên Semerqend li navçeya Cindirêsê navendek ava kiriye û bi pereyan zarokan dixapînin, wan bi çek dikin û dişînin Lîbyayê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Dewleta Tirk zarokan bi çek dike û dişîne Lîbyayê

Berdevkê Rêxistinê dibêje:

“Zarokekî 14 salî ji Meret El-Nûman kirin leşker û zarokê bi navê Ebdo Şêxo yê ji gundê Rûta yê navçeya Mabatayê, şandin Lîbyayê.”

Der barê meseleyên talanê jî, Şêxo anî ziman ku çeteyên Sultan Murad bacan li şêniyên navçeya Şiyê disepînin, ku an ji 75 heta 100 hezar lîreyên Sûrî bidin, an jî ji malên xwe derkevin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Bi bihaneya çaksazkirinê, Şûnwar û deverên pîroz tên talankirin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê her wiha da zanîn ku “dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi bihaneya çaksazkirinê, şûnwar û deverên pîroz talan dikin”.

Back to top button