Li Misirê di encama topbarana artêşê de, 9 çete hatin kuştin

Li Sîna ya Misirê, di encama topbarana Artêşê de, 9 çete hatin kuştin. 

Çavkaniyên ji Sînayê ragihand ku jimareke çete êrîşî hin sivîlên ji gundê Qebir Emîr ê navçeya Şêx Ziweyid kir, di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Piştre, Artêşa Misirê erebeyeke van çeteyan topbaran kir û 9 ji wan kuştin.

Berya çend rojan jî artêşa Misirê kuştina 13 çeteyan li bakurê Sîna ragihandibû.

Tê zanîn, di dawiya meha borî de, artêşa Misirê ragihandibû ku çend leşkerên wê di êrîşeke çeteyan li bajarê Bi’r El-Ebid ê li bakurê Sînayê de hatine kuştin.

Back to top button