Teqîna li Tûz Xurmatû, çekdarekî Heşda Şabî hat kuştin, 2 jî birîndar bûn

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî ragihand ku li Tûz Xurmatû, di encama teqînekê de çekdarekî Heşda Şabî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. 

Li gorî Şaneyê, duh li gundê Bestemlî yê navçeya Tûz Xurmatû ya Kerkûkê, mayînek bi karwanekî leşkerî ya Heşda Şabî de teqiya. Di encamê de, çekdarekî Heşdê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ji ber ku di demên dawî de liv û tevgera DAIŞ’ê li seranserî Iraqê zêde bûye û bi taybet li parêzgeha Diyala, Kerkûk û Enbarê, Operasyona “Usûd El-Cezîre” bi armanca paqijkirina herêmê ji bermahiyên DAIŞ û şaneyên wê, hatiye destpêkirin.

Back to top button