Ilham Ehmed: MSD berpirsê çareseriya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Seroka Meclisa Rêveber a MSDê Ilham Ehmed bang li şêxên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê kir ku rolekê bilîzin da zarokên wan li gorî planên Tirkiyê yên mêtinger di dewletên Ereban de tev negerin û destnîşan kir ku berpirsa çareseriya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê MSD ye. 

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed têkildarî pêşketinên dawî û rewşa herêmê, duh li navçeya Til Hemîs ji şêx û rûspiyên eşîran re civînek li dar xist.

Ilham Ehmed got:

“MSD berpirsê çareseriya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Heta niha, bi piştgiriya şêniyên herêmê, MSD xwe li dijî gefan parastiye, lê hîn jî gefên li herêmê didomin.. ji lew re, pêwîst e em li dijî van gefan yekîtiya xwe hîna xurtir bikin”.

Ilham Ehmed: Divê civaka me nehêle ku dewleta tirk zarokê wan di şerê Lîbyayê de karbîne

Ilham Ehmed, di civînê de bal kişand ser şandina zarokan bo Lîbyayê jî û got:

“Dewleta Tirk ciwanan ji Tirkiye û herêmên opozîsyonê kom dike û dişîne Lîbyayê û wan li wir dide şerkirin..

Divê em der barê vê yekê de baldar û hişiyar bin û divê em nebin sedema nakokiyan li dewletên dîtir.”

Ilham Ehmed: Qanûna qeyser ji bo guhartina rêbaza Esed e

Têkildarî cezayên Amerîkayê yên li dijî hikumeta Şamê jî bi taybet “qanûna Sîzer” Ilham Ehmed anî ziman ku:

“Ji meha bê de, wê qanûna Sîzer li tevahî Sûriyê pêk bê, hedef jê jî cezakirina rejîma Sûrî ye. Ji ber ev rejîm ti guhartinê qebûl nake û zilmê li gel dike.

Li gorî Ilham Ehmed, Qanûna Sîzer wê ne domdar be û bi guhartina siyasî re wê ev qanûn were guhartin, lê eger Beşar Esed neçe, navendîbûn û bêserûberî jî dewam bike, wê ev nîzîkatî Sûriyê ber bi karesatekê ve bibe.

Back to top button