Çavdêriya sûrî: 11 çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatin kuştin

Di şerê dawî yê Lîbyayê de, 11 çeteyên Sûrî hatin kuştin, di nav de zarokekî kêmî 18 salan. Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku ew di dema niha de jimara çeteyên Wîfaqê ku li eniyên Terablusê hatine dîlgirtin eşkere nakin. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku, di nav de zarokekî kêmî 18 salan, 11 çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku jimara çeteyên Sûrî ku dewleta Tirk ew veguhastine Lîbyayê bû nêzî 9 hezaran ku heta niha li 298 ji wan hatine kuştin, di nav de jî 18 zarokên kêmî 18 salan hene.

Ev yek di demekê de tê, ku dewleta Tirk, piştî perwerdekirina wan li Tirkiyê, jimarin din ên van çeteyên ber bi Lîbyayê ve rê dike.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, piraniya van çetayan, berê di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin.

Girêdayî mijarê, Artêşa Niştimanî ku li baregeha Wetiya bi cih dibe, êrîşek bir ser Teqet El-Eqrebiye ku çeteyên Sûrî ji wir êrîşên xwe didin destpêkirin.

Ragihandina artêşê da zanîn, ku hêzên wan dikarîn çeteyan ji vê nûqteyê derxin û hin baregehên mûşekan ên ji celebê ‘Girad’ rûxandin.

Artêşa Lîbî: Heta lêpirsîn bi dawî nebe, em çeteyan radest nakin

Ji aliyê xwe ve, rêveberê rêveberiya perspektîva manawî yê Artêşa Lîbî Xalid Mehcûb ragihand, ku ew jimara çeteyên ku li eniyên Terablusê hatiye girtin, di dema niha de eşkere nakin.

Mehcûb da zanîn ku, heta lêpirsîn bi dawî nebin û nasnameyên rast ên van çeteyan diyar nebin, ew nayên radestkirin.

Back to top button