Feleknas Uca: Divê em li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê bibin yek

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî hemû êrîşên li ser Kurdistanê bi yekitiya xwe bibin mertal û di salvegera Peymana Lozanê de yekitiya xwe nîşanî dagirkeran bikin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin.

Bi belavbûna vîrûsa Koronayê re, tevahî dewlet li dijî vîrusê di tevgera parastina gelê xwe de ne.

Neteweyên Yekbûyî li gor vê rewşa xeter a koronayê, banga sekinandina şer li tevahî welatên ku di nava şer de ne, kir.

Lê dewleta tirk ev bang paşguh kir û vîrûs ji bo şer veguherand firsend.

Di 15’ê Nîsanê de jî Dewleta Tirk Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di bin ambargoyê de ye bombebaran kir.

Li hemberî van êrîşan gelê kurd banga yekîtiya netewî dike.

Derbarê mijarê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca axivî û got:

Qaşo divê NY li kampa Mexmûrê xwedî derketa, lê rola xwe nelîstiye.

Divê hikûmet û partiyên Kurdisyanî tevbigerin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakin.

Em di sed salekê de derbas dibin ku dewletên dagirker dixwazin gelê kurd parçe bikin û demografiya wan biguherînin.

Sedema hemû êrîşên li ser kurdan ji ber bê-tifaqiyê ye, li himber van êrîşan jî divê yekitiya neteweyî pêk bînin.

”Bi yekitiya kurdan re sînorên sedsale dê bê wate bimînin”

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bang li Gelê Kurd kir ku hemû kesên ku li pey doza Kurdistanê ne divê êdî yekitiya xwe pêk bînin û wiha bi dawî kir:

Ew sînorên ku sed sal berê hatibûn xêzkirin bi berxwedana gelê me bê wate ma.

Dewlet dubare dixwazin bi Peymana Lozanê kurdan bi destê kurdan parçe bikin.

Lê divê em vî tiştî di salvegera Lozanê de qebûl nekin û yekitya xwe nîşanî dagirkeran bidin, êdî dem dema yekitiyê ye.

Back to top button