Jina bi navê Helga a 103 salî ku li Îzlandayê dijî, piştî ku heq ji vîrûsa Spanî derket a sedsala derbasbûyî, beriya çend rojan vîrûsa coran Covîd-19 jî têk bir.
Li gorî nûçeyekê ku li rojnameya Yekşemê hate weşandin, Helga a li gundekî biçûk dimîne, 6’ê Nîsanê bi vîrûsa coran ketiye.
Nîşaneyeke nexweşiya Corona bi Helga tune bû, lê belê testa nexweşên li derdora wê û kedkarên tenduristiyê pozîtîf bû.
Doktoran gotin, dibe ku Helga jiyana xwe ji dest bide.
Li gundê Bolungarvik ku nifûsa xwe 931 kes e vîrûs gelekî kêm belav bû.
Li vî gundê li per-avê û gundê masîran, gelek tedbîr hatin girtin.
Li gund testa vîrûsê hate kirin, lê belê ji ber ba û bahozê ev yek hinekî tevlîhev bû.
Kedkarên tenduristiyê başbûna Helga gelekî awarte dinirxînin.
Heta niha li Spanyayê jineke 113 salî, li Amerîkayê jineke 104 salî û li Çînê jî jineke 103 salî ji vîrûsê rehet bûn.
Helga berê jî 2 caran heq ji vîrûsên din derketibû.