Hêzên Ewlekariya Hundirîn hin biryar ji bo ewlehiyê derxistin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Cejna Remezanê, hin biryar ji bo ewlehiyê derxistin.

Bi boneya hatina Cejna Remezanê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de hatina cejnê pîroz kir.

Fermandariya Giştî hin biryar derbarê tevgera erebeyên mezin, motorsiklêt û dergehan de derxist.

Li gorî biryaran:

Tevgera hemû erebeyên mezin, sehrîcên navîn û mezin ji şeva pêncşemê ji saet 01:00’an heta roja sêşemê 26’ê meha gulanê heta saet 15:00’an, qedexe ye.

Çûn û hatina motorsiklêtên sivîlan û yên leşkerî ji roja sêşemê 19’ê mehê heta sêşemê 26’ê mehê, qedexe ye.

Avêtin guleyan ji aliyê hêzên ewlekariyê, leşkerî û sivîlan ve qedexe ye.

Tevahî dergehên sînorî girtî dimînin, ji bilî dergehên El-Tayha û Tebqa.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku yên li gorî van biryaran tevnegerin wê rastî cezayan werin.

Back to top button