Pêketiyên vîrûsa Coronayê nêzî 5 milyonan dibe

Li seranserê cîhanê her roja diçe hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê dimirin û pêdikevin zêde dibe. Li Almanya li dijî biryarên nederketina derve xwepêşandan daketin qadan. Her wiha zêdeyî 100 dewletên cîhanê dest bi lêpirsînek serbixwe derbarê derketina vîrûsê û belavbûna wê.

Li seranserê cîhanê, hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê ketine 4 milyon û 800 hezarî derbaz kir, ev hejmar roj bi roj zêdetir dibe.

Hejmara miriyan jî her saet zêde dibe, heya niha li seranserê cîhanê 316 hezar û 732 kes bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li seranserê cîhanê herî zêde mirov li Emerîkayê mirine.

Di 24 seatên dawî de 820 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Amerîka di ware pêketina bi vîrusa koronayê de li ser asta cîhanê di pileya yekem de ye û piştî wê di pileya duyem de Îspanya û di pileya sêyem de Rûsya tê.

Li Almanya xwepêşandan li dijî biryarên nederketina derve

Li Almanya jî li dijî biryarên nederketina derve de xwepêşandan hat lidarxistin.

Xwepêşander dibêjin, biryarên hikûmetê yên ji bo rûbirûbûna virusa Koronayê, li dijî destûra bingehîn a Almanyayê ne.

Li gorî wan, biryarên hikûmetê mafên xelkê sînordar kirine.

Di wê xwepêşandanê de ku nêzîkî 5 hezar kes beşdar bûbûn, hejmareke zêde ya xwepêşanderan jî hatine girtin.

Li Italya jiyan normal dibe

Li Italya jî piştî ku bi hezaran rojane kes jiyana xwe ji dest didan êdî jiyan hêdî hêdî vedigere normal.

Îtalya jî heya niha 225 hezar û 435 kes bi Koronayê ketine û 31 hezar û 908 kes jî bi Koronayê mirine.

Kanada tecrubeyek li ser derziyekê çêdike

Kanada jî di nava hewlidanên vedîtina derziya dijî vîrûsê de ye.

Herî dawî Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wan tecrubeyek li ser madeyekê dikin dibe ku li dijî vîrûsa corona bê bikar anîn.

Serokwezîrê Kanadayê da zanîn ku bo derketina encamên vê testê pêdivî bi lêkolîn û demê ye.

Têkildarî belavbûna vîrûsê wê lêpirsînek serbixwe dest pê bike

Zêdetirî 100 dewletan piştevaniya “lêpirsîna serbixwe” der barê pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) û serdemên berbelavbûna wê de dikin.

Li gorî tora CNN a Amerîkayê, bi piştevaniya navneteweyî ji Awistralya, Hindistan, Zelandaya Nû, Rûsya, YE’yê û dewletên endam, Brîtanya û Îrlandaya Bakur avakirina komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe hat pêşniyarkirin, lê DYA’yê pêşniyar îmze nekir.

Rojane li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Koronayê dikevin û pêdimirin, zêde dibe.

Heya niha jî dermanek mayînde ku bikare rê li ber vîrûsa Koronayê bigre, nehatiye peyda kirin.

Back to top button