Şer û nearamiya li herêmên hêzên hikûmeta Şamê didome. Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Cebel EL-Zawiye yên li başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê jî li çolistana Humsê 7 kesên girêdayî hêzên hikûmetê, kuştin.
Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku di roja xwe ya 74’an de, her roj tê binpêkirin.
Li vê herêmê şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dewam dike.
Di vê çarçoveyê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê bi herêmên El-Fetîra û Sifohên ên li çiyayê El-Zawiya yê li başûrê Idlibê, topbaran kirin.
Lê derbarê encaman de ti agahî nehatin zanîn.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humsê 7 kes kuştin
Li aliyê din liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Çolistana Sûriyê dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê di navbera gundewarên Dêrazorê û gundê El-Suxnî yê li dawiya çolistana rojhilatê Humsê, 7 kesên ku piştgiriya hikumeta Sûrî dikin, darve kirin.
Ev bûyer piştî ku çeteyên DAIŞ`ê rêya di navbera Şam û Dêrazorê de li nêzî herêma Kebacib de qut kiribû û erebeyeke ku efserekî hêzên hikumetê tê de bû desteser kiribû û tevî leşkerên tê de û jinekê birin û hemû kuştin, pêk hat.