Artêşa Lîbyayê sedemên vekşîna ji El-Wetiyayê şîrove kir

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê behsa bûyerên ku li baregeha El-Wetiya ya li rojhilatê welêt rû dabû, kir.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan balafir, pergalên parastina asîmanî û nexweşxaneya meydanî ji baregeha El-Wetiya vekşandin.

Artêşa Niştimanî anî ziman ku nêzî hezar panzêr û meşîneyên leşkerî li baregehê hebûn û yek maşîne jî neket dest çeteyan.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku 1500 leşkerên wan bi awayekî tektîkî vekşiyan.

Artêşa Nştimanî ya Lîbyayê da zanîn ku vekşandin beşek ji plana leşkerî bû ya ku bi awayekî baş hatibû nirxandin û ev vekişîn piştî bidawîkirina operasyonê bigiştî, pêk hat.

Back to top button