
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker careke din gundên rojavayê kantona Kobanê kirin hedef da ku dexl û danên şêniyan bişewitînin.
Dewleta Tirk ev çend rojin hem agir bi zeviyên şêniyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dixe û hem jî cotkaran hedef digre.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bajarê Cerablusê ku dagirkirine, gundê Boraz ê dikeve rojavayê Kobanê topbaran kir.
Hate diyarkirin ku top li zeviyên genim ketin, di encamê de ziyanên mezin çênebûn e.
Dewleta Tirk a dagirker duh jî agir berdabû zeviyên genim ên li gundên herêma Til Temir, Eyn Îsayê û Efrînê jî.