Li Dêra Zorê QSD’ê jimareke çete û serçeteyên DAIŞ’ê girt

Li Dêra Zorê, Yekîneyên Taybet ên QSD’ê, li dijî şaneyên DAIŞ’ê çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de, hejmareke çeteyên DAIŞ’ê hate girtin.

Der barê mijarê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya twîtterê belav kir.

Di daxuyaniyê de, QSDê ev agahî par ve kir:

“Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, yekîneyên taybet ên QSDê û Hêzên Koalîsyona Navnetewî, çalakiyek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk anî.

Di encamê de, hejmarek çete û serçeteyên şaneyên DAIŞ’ê hate girtin û çek û alavên wan hatin desteserkirin.”

Back to top button