Hunermnedên Başûrê Kurdistanê: Divê aliyên Kurdî nebin amûrên pêkanîna planên dijmin

Kampanyaya hunermendên Başûrê Kurdistanê ya li dijî rewşa Zînî Wertê dest pê kiribû, hîn didome. 

21 meha Adarê, hunermendên Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Di şerê navxweyî de ti kes bi ser nakeve’ kampanyayek li dijî rewşa li Zînî Wertê dest pê kiribû.

Kampanyaya ku ji gelek stranbêj, mûzîkjen, şanoger, wênekêş û hwd pê tê, heta niha didome.

Hunermendan di Kampanyayê de bang li aliyan kir ku nebin amûrên pêkanîna planên dagirkeriyê û ji hêzên li Zînî Wertê xwest ku vekişin, da rê li pêşiya şerê birakujiyê were girtin.

Back to top button