Artêşa Niştimanî ya Lîbî baregeha Wetiya bombebaran kir, 20 çete hatin kuştin

Piştî vekişandina wê ji baregeha Wetiya, Artêşa Niştimanî ya Lîbî ev baregeh topbaran kir û di encamê de 20 çeteyên dewleta Tirk, hatin kuştin. Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî jî teqez dike ku vekişandina Artêşê ji baregeha Wetiya, tektîkî bû û ev çend meh amadekarî jê re dihatin kirin. 

Rêveberê rêveberiya perspektîva manawî yê Artêşa Lîbî Xalid Mehcûb ragihand ku di encama bombebarana baregeha Wetiya de, 20 çeteyên Sûrî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Mehcûb eşkere kir ku di vê bombarana esîmanî de gelek maşîneyên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk hatine teqandin.

Duh, Hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ragihandibû ku hêzên wan baregeha Wetiya ya esîmanî kontrol kiriye.

Rojnameya Mersed a Lîbî belav kir ku komên çete ên ji bajarên Zawiye, Misrata û Zewara, piştî bêhtirî 100 êrîşên esîmanî yên Tirkî, derbasî baregeha Wetiya bûn.

Mismarî: Vekişandin, tektîkî bû û me berî çend mehan amadekarî jê re dikir

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî ragihand ku biryara vekişandina ji baregeha Wetiya tektîkî bû û ev çend meh in amadekarî jê re dihate kirin.

Mismarî eşkere kir ku operasyona vekşandina ji baregehê, bi serkeftî pêk hat û hemû çek û cebilxaneya saxlem, ji baregehê hatin veguhastin.

Di heman çarçoveyê de, navenda ragihandina operasyonên Acdabiya ya Artêşa Niştimanî diyar kir ku hêzên wan 7 erebeyên leşkerî yên çeteyan li eniya Qerbûlelî teqandin.

Navendê teqez kir ku wan êrîşa çeteyên dewleta Tirk şkand û bêhtirî 9 çeteyan hatin kuştin.

Gurbûna şerê li Lîbyayê di demekê de tê, ku fişarên navdewletî li ser herdu aliyên Lîbî zêde dibin da dîsa danûstandinên siyasî bidin destpêkirin.

Back to top button