Di 16’ê Gulanê de, qeyûmên AKP’ê 5 şaredariyên din ên HDP’ê dagir kirin û hevşaredar binçav kirin. Herî dawî jî dozgerê giştî yê bajarê Sêrtê xwest hevşaredar bên girtin.
Dozger, îfadeya Hevşaredara Sêrt, Hawêl û Misircê girtin û bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê.
Hevşaredar bi îdîaya “propagenda û endamtiya rêxistinê” û “saziyên dewleta Tirkiyê kêm xistine” hatin sûcdarkirin.
Beştaş: Çavê me wê li ser qeyûman be
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li ser dagirkirina van şaredariyên got:
“Çavê me wê li ser şaredariyên dagirkirî be. Em qeyûman nas nakin û li dijî wan em ê li ber xwe bidin.”
HDP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, 65 şaredarî bi dest xistibûn.
Herî dawî 16’ê Gulanê, qeyûman 5 şareadriyên HDP’î yên din jî dagirkirin kirin.
Niha di destê HDP’ê de tenê 12 şaredarî mane.