EFRÎN..çete girê kaniyê yê li Mabata talan kir û darên wê birîn

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê girê Kaniyê yê şûnwarî yê li navçeya Mabata talan kirin.

Her weha Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê, binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku lêpirsênekê di derbarê zewaca keçên temen biçûk yên li Efrînê de bikin.

Ji bo guhartina demografiya Efrînê mayînde bikin, dewleta Trik û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî sivîl û dîroka Efrînê didomînin.

Malpar Afrînpost wêneyên girê Kaniyê ya li nêzî gundê Ereba yê navçeya Mabata weşandin.

Di wêneyan de xuya dibe ku di encama Kolandina çeteyan ji gir re ziyanên mezin gihêştine gir.

Her weha bi sedan darên zeytûn, bahîv, û mişmişê yên şêniyên gundê Ereba, çete birîne.

Li gundê Kotana ya navçeya Bilbilê jî çete navndeke veguhistina pereyan talan kir.

Malparê da zanîn ku çete hezar û 100 dolar, 2 hezar û 700 L.T û 400 hezar L.S dizîne.

Kongreya Star binpêkirinên dewleta Tirk li dijî jinan şermezar kir

Li aliyek din jî, li herêma Efrînê ya dagirkirî rewşên revandina zarokan, destdirêjî li ser jinan û zewaca bi darê zorê zêd bûye.

Herî dawî li gundê Celmê ya Cindirêsê çeteyekî Keça bi navê Hêvîn Morî ya 17 salî revand û bi darê zorê pê re zewicî.

Di vê derbarê de Kongreya Star ya herêma Efrînê bi daxuyaniykê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan şermezar kir û got:

“Armanca dewleta Tirk ji van bipêkirinên dermirovî şikandina vîna jinê û guhartina demografiya herêmê ye.”

Kongreya Star:
Divê binpêkirinên li dijî jin û zarokên Efrînê bê rewastanin

Kongra Star daxwaz ji rêxistinên mirovî yên navnetewî û li rêxistinên jinan kir ku li gorî briyarên NY’î, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan rawestînin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên zarokan jî kir ku derheqê binpêkirin li dijî zarokan û zewaca bi darê zorê ya zarokên keç lêpirsînê bidin destpêkirin.

Back to top button