Beştaş: Dîroka windakirina qeyûman nêzîke

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku çavê wan dê li ser şaredariyên ku qeyûm tayîn kirin be.

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî tayînkirina qeyûman û nêzîkatiya Bankaya Bajaran axivî.

Beştaş, diyar kir ku Banka Bajaran beriya qeyûm tayîn bike, pere ji ser şaredariyan qut kiribûn û wiha got:

“Teklîfa ku me pêşkêşî wan kiribûn em ê aşkere bikin.

Çavê me dê li ser şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine be.

Em li ser piştawan in.”

Beştaş, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê kirin, ala Tirkiye bi şaredariyê vekirin û srûda Îstîklalê xwendin û ev tişt anî ziman:

“Bi vê pradîkê diyar dikin ku ew darbekar in.

Em qeyûman nas nakin û li dijî wê em ê li ber xwe bidin.

Em wan ji nêzîk ve dişopînin û çavê me li ser wan e.

Dîroka ku dîsa winda bikin nêzîk e.

Back to top button