Ji ber Coronayê li ser WHO lêpirsîna navnetewî

Vîrûsa Corona ya ku ji aliyê cihanê ve biçûk dihat dîtin, niha welatên herî bihêz yên cihanê aniye pêşberî hev. Piştî tawanbariyên DYA yên li ser Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê, niha li ser rêxistinê di asta navnetewî de wê dest bi lêpirsînê were kirin.

Serokê DYA Donald Trump 30 roj dem da rêxistinê, her wiha Awustiralya jî piştevaniya Amarîka girt û vergiya li ser berhemên Çînê zêde kir. Di nava van şeran de, vîrûsa Corona jî bi lez belav dibe û jimara kesên bi vîrûsê ketine nêzî 5 milyonî dibe.

Bêçaretiya welatên cihanê ya li hemberî vîrûsa Corona şerê di navbera wan de jî zêde kiriye.

Piştî zextên DYA, Neteweyên Yekbûyî ku di nava xwe de 194 welatan digre, biryar da ku derbarê rêveberiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê ya şopandina vîrûsê de lêpirsînek were despêkirin.

Li gorî vê wê di demek herî nêz de, wê Rêxistin bi giştî were lêpirsînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê DYA ji ber vîrûsê who tewanbar kir

Balkêşe ku ev biryar piştî Wezîrê Tenduristiyê yê DYA, rêxistin tewambar kirî pêk hat.

Wezîr Alex Azar diyar kir ku têkildarî vûrîsê rêxistinê ne karî agahiyên zelal û pêwist bide gel û wiha got:

Ev yek ji bo sedema ku jimareke zêde ya kesên pêketina vîrûsê û kesan jiyana xwe ji dest bide.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê di dayîna agahiyên zelal yên li ser vîrûsê de kêm ma û me hemuyan jî ev dît.

Azar tevî rêxistinê, Çîn jî tewambar kir û îşaret bi wê yekê kir ku Çînê bi awayekî eşkere ji bo sergirtina vîrûsê tevger kir û vê yekê hişt ku her kes berdêleke giran bide.

Trump ji bo refûrmê 30 roj dan who

Piştî van axaftinan careke din Serokê DYA derket pêşberî çapemeniyê û careke din gefa qutkirina fona ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê da.

Trump got, ger rêxistin reformeke bingehîn di nava 30 rojan de, çêneke wê fonê ku ji bo rêxistinê bi temamî bide rawestandin.

Awustiralya cezayên tund li Çînê birî

Serokwezîrê Awustiralya jî piştevaniya xwe ya bi Amarîkayê re ragihand û cezayên giran li ser Çînê birî.

Awustiralya ku ji çaran sê yê hinardeya xwe ya Ceh a ji bo çînê ji sedî 80.5 gumrik zêde kir.

Ewropa ji bo vîrûsê programa 100 milyar erê kir

Di nava rewşa heyî de jî Ewropa dixwaze xwe ji vê vîrûsê xelas bibe.

Ewropa ya ku ji xwere li alternatîfan digere, bi biryarekê desteka 100 Milyar euro erê kir.

Ji bo komkirina vî pereyî jî Komisyona YE wê xebatan bike.

Ev program wê heta 31 Kanûna 2020’an peyda bike.

Di nava rewşa heyî de, heta niha nêzî 5 milyon kes bi vîrûsê ketiye û zêdeyî 320 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Back to top button