Zînî Wertê..670 rewşenbîrî nameyek ji rayedarên Başûr re şandin

670 rewşenbîran nameyek ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re şandin û diyar kirin ew şerê birakujiyê naxwazin.

Hekîm Sefkan, Feysel Sariyildiz û Xetîb Dicle di nav de 670 rewşenbîrên li derveyî welat nameyek ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re şandin.

Name bi rêya emailê ji Nûnerê Hikumeta başûr ê li Berlînê re hat şandin.

Rewşenbîran di nameyê de diyar kirin ew şerê birakujiyê naxwazin û xwestin, hêzên li Zînî Wertê hatine bicihkirin bên vekişandin.

Rewşenbîran diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze Hêzên Tevgera Gelê Kurdistanê bixe nava şerekî navxweyî.

Divê hêzên ku nû li Zînî Wertê hatine bicihkirin demildest ji wir vekişin deverên xwe yên berê.

Ji ber ku ev hêz sedema berberîbûnê ye.

Rewşenbîran bang li pêşmerge, gerîla kirin ku vê plana xayin têk bibin û bi helwest û bersiveke hevpar rabin ser piyan.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê jî hat kirin ku nebin hevparê van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk.

Back to top button