ÇALAKIYÊN GERVA BIRÇÎBÛNÊ LI HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DEWAM DIKIN

Çalakiyên greva birçîbûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji 5’ê Kanûnê ve dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê îro li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest pê kir.

Li Şehbayê jî jinên ku hevdîtin bi Rêber Ocalan re kirine ketin greva birçîbûnê.

LI DIRBÊSIYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Rêzeçalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengtiya Kongra Star û PYD’ê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê îro li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest pê kir.

LI ŞEHBAYÊ JINÊN KU BI RÊBER OCALAN RE HEVDÎTIN KIRIBÛN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Kongreya Star a Efrînê jî bi heman arcamcê, li Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan jinan greva birçîbûnê da destpêkirin.

Jinên ku li Sûriyê hevdîtin bi Rêberê Ocalan re kirine tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran destnîşan kirin ku ti tişt li hember têkoşîna wan ji bo jiyaneke azad nebe asteng.

ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI AMÛDÊ DUH BI DAWÎ BÛ

Li aliyekî din jî çalakiya greva birçîbûnê ya li Navçeya Amûdê duh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Çalakî li navenda Çand û Huner ya Hûrî hatibû lidarxistin.

Di roja yekem ya çalakiyê de 450 ji şêniyên Amûdê beşdar bûn.

Di roja duyemîn a çalakiyê de ango duh 600 kes beşdar bûn.

Çalakî duh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê hate kirin ku bi yek destî li dijî kiryarên dagirkeran bisekinin û dagirkeran ji herêmê biqewitînin.

Di dawiya çalakiyê de koma Şehîd Delîl a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Leave a Reply

Back to top button