Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 57 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 56 kes baş bûne û 4 kes jî bi vîrûsê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 4 hezar û 441 test hatine kirin. Di encama van testan de 57 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê diyar kir ku 56 kes baş bûne, 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gor daneyên dawî li Iraqê heta niha 3 hezar û 611 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 366 kes baş bûne, 131 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.