Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina nirxê kirîna genim banga civînekê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mijara nîqaşkirina nirxê kirîna genim banga civînekê li hemû desteyên aborî, komîte û yekitiyên cotkaran kir.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara /363/ derxist.

Di biryarê de rêveberî bang li hemû desteyên aborî, komîte û yekitiyên cotkaran kir ji lidarxistina cîvînekê berfireh ji bo diyarkirina buhayê guncaw were lidarxistin.

Banga Rêveberiya Xweser ya civînê ji ber ne aramiya nirxên dolarê li beramberî lîreya Sûrî ya ku kêm dibe, hat.

Beriya niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna kîloyek genim bi 225 lîreyên Sûrî diyar kiribû.

Back to top button