Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundewarê navçeya Til Temirê gulebaran kir û zeviyên çandiniyê şewitndin.
Dagirkeriya Tirk di saetên vê êvarê de gundên Qasimiyê û Dirdara yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin.
Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyan ketin û şewat heta amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.
Hêzên Asayîşê û tîmên agirkujê xwestin xwe bighînin cihê şewatê, lê ji aliyê hêzên dagirker ve hatin gulebarankirin.
Her wiha hate diyarkirin ku leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Dirdara bi obusan topbaran kir.