Artêşa Nîcerî, kuştina 12 leşkerên xwe li ser destê çeteyên Boko Heram ragihand.. Li gorî artêşê, ev yek şeva Duşemê, di encama êrîşa çeteyan li ser baregeha Belabirîn a leşkerî li başûr-rojhilatê welêt de pêk hat.
Wezareta Parastinê jî ragihand ku “piştî êrîşê, hêzên wan dest bi operasyoneke lêgerînê kir û 7 çete ji wan kuştin”.
Heman baregeha leşkerî, di dawiya 2019an de rastî êrîşekê hatibû, di encamê de dîsa 12 leşker hatibûn kuştin û 8 birîndar bûbûn.
Ji destpêka Gulanê de jî, şerine dijwar navbera çeteyên Boko Heram û hêzên Nîcerê li herêmê diqewimin.