LI BEXDAYÊ GILIYÊ BALYOZÊ TIRK HAKAN KARAÇAY KIR

Tevgera Azadî ji bo giliya Balyozê Tirk yê li Herêma Başûrê Kurdistanê Hakan Karaçay bike ku gotibû, “Tevgera Azadî terorîst e” li Bexdayê serdana Wezareta Karên Derve ya Iraqê kir.

Balyozê Tirk yê li Herêma Başurê Kurdistanê Hakan Karaçay li Hewlêrê ji bo Tevgera Azadî gotibû, “Terorîste”.

Li ser vê gotinê şandeyek ji Tevgera Azadî serdana wezareta karên derve ya Iraqê kir.

Şande ji cigirê hevserokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî û parêzer Aheng Enwer pêk hat.

Wezaretê ji şandeyê re got ku divê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ku di ber karên partiyên siyasî de berpirsyar e giliyê tomar bike.

Parêzerê Tevgera Azadî Aheng Enwer têkildarî naveroka serdana Bexdayê de got:

“Me serî li komîsyona bilind da û giliyê Karaçay kir.

Komîsyonê jî got, ku ew ê vê giliyî wan bidin Hikûmeta Iraqê.

Wê bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê Karaçay were hişyarî kirin”.

Leave a Reply

Back to top button