Li Başûrê Kurdistanê jî ku demên dawî pêla Corona kêm bûbû, va dîsa rewş tê guhertin û herî dawî 10 rewşên nû hatin tomarkirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî di nava 24 saetên dawî de 28 kes mirin.
Li Başûrê Kurdistanê, hîna pêlên Coronayê bilind dibin û herî dawî 10 kesên din bi vîrûsê ketin.
Li gorî daneyên dawî, heta niha 424 kes bi Coronayê ketine, ji wan 375 kes baş bûne, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara miriyan 4000 derbas kir
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî rewş hîna kambax e û di nava 24 saetên dawî de, 28 kesan jiyana xwe ji dest da..
Bi vê jî, li gorî daneyên rayedarên dewleta Tirk, heta niha 4 hezar û 200 kes mirine.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, jimara pêketiyan bû 7199
Li Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê jî li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, 62 kesên din jiyana xwe ji dest da û bi giştî hejmara qurbanan bû 7 hezar û 199.