Li Der’ayê, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li parêzgeha Der’aa ya li başûrê Sûriyê, 2 leşkerên hikumeta Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin. 

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, li bajarokê Kefer Şems ê gundewarê bakur ê Der’ayê, 2 çekdarên nenas ku li ser motorsiklêtekî bûn, 2 endamên firqeya 9’an a hêzên hikumeta Şamê gulebaran kirin û ew kuştin.

Tê zanîn, di dema dawî de gelek bûyerên kuştina leşker û endamên istixbarata hikumeta Şamê, li Der’a û gundewarê wê pêk tên.

Piştî “lihevkirina lihevanînê” ya Tîrmeha 2018an di navbera Rûsya, Îsraîl, Urdin û komên çete de pêk hat, komên çete xwe radestî hikumeta Şamê kirin.

Ji wê çaxê û heya niha, rejîma Sûrî dest bi tasfiyekkirina çeteyên radestbûyî kiriye.

Back to top button