Mistefa Xelîl: Bi piştevaniya bazirganî û projeyan, wê Rêveberiya Xweser aloziya aborî sivik bike

Aloziya aborî ji destpêka aloziya Sûrî û heya roja îro, bandoreke neyênî li rewşa gelê Sûrî kiriye. Nexasim bi nêzîkbûna sepandina qanûna Sîzer a Amerîkî. Aborînas dibînin ku “eger Rêveberiya Xweser piştevaniya bazirganî û projeyan kir, dikare roleke baş ji bo sivkkirina vê aloziyê bilîze.

Bi destpêka aloziyê re, aboriya Sûriyê li ber xwe dide û heya niha.., lê belê bi derbasbûna sala 2020’an re, bi awayekî mezin aborî hilweşiya û nirxê xwe li beramberî dolar winda kir.

Vê yekê hişt bandoreke neyênî li rewşa jiyanî ya gelên Sûrî bibe.

Her wekî cezayên ku li Sûriyê hatine birîn jî, xwedî bandoreke mezin in.

Tê payîn, di meha pêşiya me de Amerîka qanûna Sîzer li hikumeta Şamê bisepîne.

Li vir jî, tê diyarkirin ku aliyê fatoreya nakokiyên navbera dewletên derve û sermayedaran hikumetê bide, gel bixwe ye.

Aborînas Mistefa Xelîl dibêje;

“Cudahiyeke mezin navbera rewşa herêmên Rêveberiya Xweser û yên li jêr kontrola hikumeta Şamê heye.

Herêmên Rêveberiyê ji aliyê jiyanî û wergirtina mûçeyan, ji yên rejîmê baştir in, lê belê hinekî bandor bûne.”

Xelîl destnîşan kir ku aloziya aborî wê bi lihevkirinên siyasî yên hundir û bi erêkirina navnetewî were derbaskirin û bi rêyên guncaw çareser bikin.

Li gorî pisporê aboriyê, Rêveberiya Xweser dikare roleke çalak di sivikkirina rêjeya vê alozoya aborî de bilîze, ew jî bi rêya piştevaniya proje û dayîna derfetan bo weberîneran.

Xelîl bang li aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser de kir ku pêwîst e lêvegerek ji bo mijarên aborî bê çêkirin.

Aborînas dibînin ku “eger Rêveberiya Xweser bixwaze dolaba aboriyê bilez bigerîne, divê piştgiriya xwe bide planên sazûmenî û planên erkdarî.

Back to top button