Li gundê Seco bombeyek teqiya,hejmarek sivîl birîndar bûn

Li herêmên dagirkirî, ji ber nakokiyên navbera komên çete yên Dewleta Tirk de, sivîl dibin qurban..

Herî dawî jî teqînekê li gundekî Ezazê rû da û jimarek kes birîndar bûn..

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku li gundê Seco yê nêzî bajarê Ezazê ku di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de , bombeyek teqiya.

Li gorî çavdêriyê, di encama teqînê de, jimarek birîndar çêbûne, lê agahiyên zelaltir têkildarî wan de parve nekir..

Tê zanîn ev demeke ji bo parvekirina malên diziyê, nakokî navbera Komên Çete de zêde dibin û yên ziyanê dibîne dîsan sivîl in.

Back to top button