KNK û 5 welatên cihanê banga agirbestekî navnetewî li NY kirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û heyşt rêxistinên ji pênc welatan, bi hev re bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku di asta navneteweyî de agirbest bê pêkanîn û girtiyên siyasî bên berdan.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku navenda wê li Brukselê ye tevî 8 rêxistinên ji Fîlîpîn, Myanmar, Bûrma, Kolombiya û Welatê Baskê mohra xwe danîn binê bangeke hevpar.

Name ji pêkhateyên Neteweyên Yekbûyî û gelek sazî û rêxistinên navneteweyî re hate şandin.

Li gorî KNK’ê nameya ji bangawaziyê gihîştiye ber destê saziyên pêwendîdar û li ser wê dixebitin.

Di nameyê de ji bo agirbesta bi asta navnetewî û berdana girtiyên siyasî ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku însiyatîfê bide ser milê xwe û bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de her wiha tê xwestin, ku alîkariya însanî bê kirin, parêzvanên mafên mirovan û xebatkarên wezîfeya însanî bên parastin û dawî li rageşiya leşkerî bê anîn.

Saziyên ku mohra xwe danîn binê vê nameyê, daxwaza Netewên Yekbûyî ya ji bo agirbesta lezgîn û berdana girtiyên siyasî di têkoşîna dijî Covîd-19 de weke gaveke girîng silav kirin.

Her wiha li gel nexweşiya şewbê jî endamên civaka sivîl û mirovên ji bo alîkariya civakê xebitîne, li navendên destgîrkirinê yên qelebalix û nepaqij tê hiştin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres di 23’ê Adara 2020’an de ji bo agirbesta global bang kiribû.

25’ê Adara 2020’an Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY Mîhcelle Bachelet bang li hikumetan kiribû ku hejmara girtiyên li girtîgehan kêm bike û pêşniyar kiribû ku mehkûmên siyasî, kesên ji ber fikrê xwe hatine sûcdarkirin û hatine girtin, tavilê bên berdan.

3’ê Nîsanê jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gûterres banga xwe ya ji bo agirbesta navnetewî dubare kiribû.

Heta niha ti ji dewletên endam girtiyên siyasî bernedane.

Tirkiyê, Kolombiya, Spanya, Myanmar û Îranê tenê sûcdarên edlî û tewanbar berdane.

Li gel banga agirbesta global ku Neteweyên Yekbûyî dubare dike şerê leşkerî li tevahiya cîhanê dewam dike.

Back to top button