Îran..Li bajarê Şino yê Urmiyê kolberek hat kuştin

Êrîşên hêzên rejîma Îranê li dijî kolberên Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Hêzên rejîma Îranê careke din êrîşî kolberan kirin û di encamê de kolberek hat kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê îro li herêmên sînorê bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êrişî kolberan kir.

Li gorî heman çavkaniyê di êrişê de kolberê bi navê Sefer Pîl Efken (37) yê ji gundê Puş Awa hate kuştin.

Rejîma Îranê her dem êrîşî kolberên ji bo debara jiyana xwe vê karê zehmet û xeter dikin, dike.

Ji ber van êrîşan heta niha gelek kolber hatine kuştin.

Tenê di nava meha Gulanê de, 5 kolber hatine kuştin.

Back to top button