Talîban: Em girêdayî peymana bi Amerîkayê re ne

Serokê Tevgera Talîbanê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke weşand û got, ew girêdayî peymana bi DYE’yê re ne.

Serokê Tevgera Talîbanê Heybetûllah Ahûnzade bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand.

Heybetûllah Ahûnzade got, ew girêdayî peymana bi DYE’yê re ne.

Di dawiya meha Sibatê de yek ji xala ku Talîbanê û DYE’yê li hev kiribûn ev bû ku divê dîlgirtiyên di destê xwe de bi hev biguhertina.

Ger hikumet 5 hezar girtiyên Talîbanê berde divê Talîban jî hezar leşker û polîsên Efgan berda.

Heta niha rêveberiya Kabîlê bisedan girtiyên Talîbanê berda û Talîbanê jî bi dehan kes berdane.

Ev gav nebûn sedema destpêkirina peymanan.

Talîban jî li nav welat êrîşên xwe yên li dijî hêzên ewlehiyê didomîne.

Li gorî berpirsê hikumeta Efgan ji serê meha Adarê û heta niha Talîbanê 3800 êrîş kiriye û bi giştî 1300 kes mirine yan jî birîndar bûne.

Back to top button