Çete li Efrînê zarokek û sivîlek kuştin 5 jî birîndar kirin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê sûçên xwe yên dermirovî li dijî şênî û xwezayê didomînin. Careke din şêniyên Efrînê bûn qurbanê şerê dinav bera çeteyan de.

Di encama şerê navbera çeteyan de, yek jê zarok 2 sivîl hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her weha çeteyan li navçeya Şêrewa zêdeyî 100 darên zeytûnê birîn.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê rojane kiryarên hovane li ser şêniyên Efrînê pêk tîne.

Rojane li Efrîna hatî dagirkirin û herêmên wê, ji ber parvenekirina malên Efrîniyan di navbera çeteyan de şer derdikeve.

Lê careke din Efrînî dibin qurbaniya van şeran.

Çavdêriya Sûrî a Mafê Mirovan ragihand ku li Efrînê di encama şerê di navbera çeteyan de, sivîlek hat kuştin û di nav de zarok, 4 jî birîndar kirin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê jî da zanîn ku li çerxereya Newroz a Efrînê çeteyan zarokek kuşt û zarokek din jî birîndar kir.

Di vê çarçoveyê de jî Ajansa Hawarê ragihand ku cenazeyê şêniyê bi navê Mislim Ehmed Emik(87) yê ji gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê ye, nêzî çemê Cindirêsê hat dîtin.

Ajansê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê 14’ê Gulanê Mislim Ehmed ji mala wî revandibû.

Çete li gundê Xelîlaka yê Bilbilê sivîlek revand

Her weha li gundê Xelîlaka ya navçeya Bilbilê jî çeteyan şêniyê bi navê Ferhan Hesen revand.

Rêxistinê da zanîn ku çete ji bo berdanê 1500 L.T fidye ji malbata Hesen xwestin.

Istixbarata Tirk li navçeya Şera mala şêniyekî desteser kir

Li aliyek din, Malpara Afrînpost diyar kir ku du serçete yên dagirkeriya Trik, 67 mal û zêdetirî 80 dikan li taxa Sînai ya Efrînê destser kirine.

Her weha istixbarata Tirkiyê jî mala şêniyê bi navê Hec Menan yê li gundê Metîna yê navçeya Şera desteser kir, û kir navendek xwe.

Çete li navçeya Şêrewa 100 darên zeytûnê birîn

Li gundê Birc Silêman yê navçeya Şêrewa jî Çeteyan zêdetirî 100 darên zeytûnê yên şêniyên bi navên Mecîd Silêman û Zekeriye Silêmen, birîne.

Back to top button