Li Tevahî cîhanê kesên bi Coronayê ketine 5 milyon derbas kir

Vîrûsa Corona ku bi lez dibe heta niha 5 milyon kes derbas kir. Herî dawî Serokê DYA Donald Trump tomar kirina daneyên bilind weke namzedeke rûmetê bi nav kir.
 Piştî zextên navneteweyî li ser Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, rêxistinê soza têkbirina vîrusê, da.

Belavbûna Vîrûsa Corona li cîhanê didome.

Li gorî daneyên dawî heta niha li seranserî cîhanê 5 milyon û 16 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Ji ber vîrûsê jî heta niha zêdeyî 325 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Lê li beramberî van agahiyan agahiyên xweşbîn jî hene ku hejmara kesên ji vîrusê baş dibin, zêde dibe û ya miriyan kêm dibe.

Trump : Tomar kirina daneyên bilin namzedeke rûmetê ye

Amerîka ji ber vîrûsa corona berdêleke giran da û dide.

Serokê DYA Donald Trump tomar kirina daneyên bilind weke namzedeke rûmetê bi nav kir.

Îro Trump di cîvîneke bi endamên hikumetê re civiya û diyar kir ku tomar kirina daneyên bilind ji bo Amerîka wekî namzedek rûmetê bi nav kir.

Herî dawî jî Serok wezîrê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku ji bo pêşêêgirtina li vîrûsê wan 160 miyon dolar daye dewletan.

Beriya niha jî me milyar dolar dabû.

Brazîlya jî bi dermanên xxwezayî xwe ji vîrûsê diparêze

Brazîlya jî di warê pêketiyan di rêza 4’an de ye û di warê miriyan jî di rêza 6’an de ye.

Vîsûrsa corona gihiştiye qebîlê jî.

Gelên xwecihî yên Brezîlyayê jî warên wan li dûrî bajaran e.

Ji ber tunebûna pergala tendirustiyê xwe bi derfetên xwe, dixwazin ji vîrûsê biparêzin.

Ev qibîle bi qalikên darên caranapanaûba, saracûra, lîmon, mentol, mango, sîr, zencefîl û hingivan dermanan dijî vîrûsê çêbikin.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Federal heta niha li Brezîlyayê 18 hezar kes ji ber vîrusê mirine û 270 hezar kes jî nexweş ketine.

Rûsya daneyên bilind tomar dike

Rûsya di nava lepên vîrûsê de maye û her roj daneyên bilind tomar dike.

Di 24 saetên dawî de 150 kes ji ber vîrûsê mirine, bi vê jimara giştî dibe 3000 kes mirine.

Rêxistina teduritiyê ya cîhanî soza têkbirina vîrûsê da

Piştî zextên navneteweyî li ser rêxistina trduristiyê ya cîhanî, rêxistinê soza têkbirina vîrusê, da

Gerînendetiya Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Gebreyesus duh soz da ku ew ê berdewamkirina pêngava cîhanê ya têkbirina vîrusê bidomînin.

Ev yek piştî serokê DYA’yê Donald Trump gef xwar ku ew ê desteka ji rêxistinê re bisekinîne û ji endamtiya wê vekişe, pêk hat.

Back to top button