Penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê ji bo bijîn, endamên laşê xwe difroşin

Penaberên Sûriyê ku ji ber rewşa şer û kiryarên rejîmê, bi hêviya alîkariyê û jiyanake baş berê xwe dan Tirkiyê, niha di rewşeke zehmet de dijîn. Ev penaber ji bo ku karibin bijîn, neçar dimînin ku endamên laşê xwe bifroşin bazirganên mirovan.

Ajansa CBS News a Amerîkayê belgefîlmek der barê azarên van penaberan de, belav kir.

Belgefîlm balê dikşîne ser penbarên Sûriyê yên li Tirkiyê ku ji bo karibin debara xwe ya jiyanê bikin, organ (endamên laşê) xwe difroşin.

CBS News bi kamerayên veşartî firotina organan belge kir.

Di belgefîlmê de xuya dibe ku ji bo penaber gurçikên xwe bifroşin, pere ji wan re tên pêşkêşkirin.

Yek ji çîrokên di belgefilmê de, çîroka kesê bi navê Ebû Abdullah da.

Ebû Abdullah li Tirkiyê wek destheq mehane derdora 300 dolarî distand û li beramberî 10 hezar dolar, gurçikeke xwe difroşe kesekî.

Abdullah ji tora CBS re diyar kir ku wî kesî (simsarê endaman) nîvê pereyan daye û paşê winda bûye.

Back to top button