Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 113 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 72 kes baş bûne û 3 kes jî bi vîrûsê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 927 test hatine kirin û 113 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 3 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 72 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 724 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 438 kes baş bûne û 134 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.