Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên rojavayê kantona Kobanê de, 2 sivîl birînda bûn.
Artêşa tirk a dagirker di saet 19:00’an de, dest bi topbarana li ser bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê kir.
Di encama êrîşa dagirkeriyê de, du sivîl birîndar bûn.
Dagirker ji herêma Cerablusê êrişî herêmê dikin.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawiyê de ji bo agir bi zeviyên şênyan bixin herêmê bê navber topbaran dikin.