Bi dîmen..Li Xaneqînê, di navbera gundî û çeteyan de şer rû da

Duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundekî bajarokê Gulale yê navçeya Xaneqînê kir. Çeteyan bi guleyên hawin û çekên navîn êrîşî gundê Um Hunte kir û gundiyan jî bersiva êrîşê da. 

Di encamê vê yekê de, di navbera gundî û çeteyan de şer rû da û piştî wê, çeteyên DAIŞ’ê agir bi dexlûdanên gundiyan xist.

Lê heya niha der barê ziyanan de, tiştek nehatiye zelalkirin.

Iraqê..Di teqîna li Diyalayê de, karmendek kehrebeyê jiyana xwe ji dest da 

Li parêzgeha Diyalayê jî, bombeya ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû çandin, bi karmendekî Rêveberiya Kehrebeya Diyalayê de teqiya.

Di encamê de, karmendê kehrebeyê jiyana xwe ji dest da.

Pergala Îstixbarata Iraqî: Bi hevkariya QSD’ê, serçeteyê bi navê Ebdulnasir Qeredaş hat girtin

Li aliyekî din jî, Pergala Îstîxbarata Iraqî ragihand ku bi hevkariya QSD’ê, serçeteyê bi navê “Ebdulnasir Qeredaş”, girt.

Qeredaş sala 2011’an bû cîgirê Ebû Bekir El-Bexdadî yê hilberandinê û li Sûriyê dest bi çêkirina kargehên çek û teqemeniyan kir.

Her wiha, tiliya wî di êrîşên li ser Kobanê û Baxozê de hebû.

Dihat payîn, Qeredaş yek ji namzetan bû ku şûna serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî bigire.

Back to top button