ÇETE BÊSERÛBER SIVÎLAN DIGIRIN

Binpêkirin û kirinên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê didomin.

Di sergirtina malan de li gundê Gurzêlê ya navçeya Şêrewa 30 kes hatin girtin.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi sergirtina malên sivîlan li gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir.

Çavkaniyê diyar ku komên çete bi awayekî bêserûber heta niha bêhtirî 30 kes girtin û ew birin cihinên ne diyar.

Li gorî agahiyan heta niha, nasnameya çend sivîlan hatiye zanîn.

Navê kesên hatine revandin ev in:

Ebdo Yûsif Hemkiro û zarokeke wî

Zarokên Ehmed Osman

Ehmed Ebdul Henan Îbiş

Zarokên Welîd Cûma Elî.

Û Şervan Hesen Nasir.

Leave a Reply

Back to top button