HDP: Divê Rûsya û Tirkiyê qirkirina Çerkesan nas bikin

Îro salvegera qirkirina Çerkesan a sala 1864’an e. Ji bo naskirina vê qirkirinê jî, HDP’ê bi daxuyaniyekê bang li Rûsya û Tirkiyê kir. 

HDP’ê anî ziman “Çerkesên ku serxwebûna welatê xwe Çerkesya bi sedê salan ji dagirkeran parast, 21’ê Gulana 1864’an li pêşberî Rûsya Çarlik têk çûn û sirgûn bûn.

HDP’ê diyar kir ku bi vê sirgûnê re 1.5 milyon Çerkes ji xak û qadên xwe yên jiyanê hatin dûrxistin û zêdeyî 500 hezar jî jiyana xwe ji dest da.

HDP’ê destnîşan kir ku Çerkes, 156 sal in li edaletê digerin û li bendê ne ku mirovahî vê êşa wan a mezin bibînin û birînê wan bipêçin.

Herî dawî jî HDP’ê bang li Rûsya, Tirkiyê û tevahiya cîhanê kir ku qirkirina Çerkesan nas bikin.

Back to top button