Berpirsê DAIŞ’ê yê êrîşa ya li ser Kobanê hat girtin

Ne tenê li bakur û rojhilatê Sûrî, li Iraqê jî çeteyên DAIŞ’ê xwînê winda dike.

Li Iraqê yek ji serçeteyên herî binav û deng yê DAIŞ’ê ku berpirsê yekem yê êrîşên li ser Bahoz û Kobanê bû hat girtin.

Serçete Ebdulnasir Qerdaş bi hevkariya QSD’ê, ji aliyê hêzên Iraqê ve hat girtin.

Serçete Qerdaş yek ji namzetê cîgirê Bexdadî bû.

 

Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê bi hevkariya QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê girt ku çend berpirsyariyên wî di nava DAIŞ’ê de hebû.

Yek ji kesên Iraq û Emerîka lêdigeriya.

Şaneya Îstîxbareta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serçete Teha Ebdulrehîm Abdullah Bekir Xesanî yê bi ‘Hacî Ebdulnasir Qerdaş’ û ‘Ebû Mihemed’ tê nasîn yê 53 salî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, ew serçete ji aliyê Saziya Îstixbareta Nîştimanî ya Iraqê ve hatiye girtin û piştî komkirina zanyariyên li ser piştrast bûne ku ew çete Qerdaşe û bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, 2007’an li Nînewa peywendî bi El Qaîdê re çêkirine û heta dawiya wê salê berpirsê wîlayeta Cizîrê bû.

Ji wê demê ve jî çend bûyerên terorîstî li dijî hêzên ewlehî û welatiyan kiriye.

Li gorî îtirafa wî bi xwe, destpêka 2011’an dibe cîgirê waliyê Şamê û zilamê yekem ê Ebû Omer Bexdadî.

Piştre vedigerî, başûrê Mûsil, Cîzîre û Kerkûkê.

Dawiya 2011’an Qerdaş Ebûbekir Bexdadî li derdora Bexdayê dibîne.

Dibe cîgirê Bexdadî yê hilberînê.

Piştre derbasî Sûriyê dibe û dest bi çêkirina kargeha çek, teqemenî û çekên bêdeng dike.

Ji wê demê ve 100 caran Bexdadî dibîne.

Piştî parçebûna DAIŞ’ê û veqetîna Cebhe Nusra dibe waliyê rojhilatê Hesekê, Dêrezor û Reqayê.

Li gorî daxuyaniyê, Qerdaş serpereştyarê yekem û rasterast ê şerê Kobanê, Tedmur, Şam û Babê bû.

Her wiha rola wî di bûyerên dawî yên li Baxozê de hebû.

Back to top button