Efrîn..Ji bo ava cemdî çete zarokek 12 salî û ciwanekî kuştin

Li Efrînê dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê bi kirayrên xwe yên hovane jiyane şêniyan xistine metrisiyê. Careke din ji ber şerê di navbera çeteyan de, yek ji wan zarok du şêniyên Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve hatin kuştin.

Her wiha dewleta tirk a dagirker bi giştî zimanê kurdî li Efrînê qedexe kir û li cihê wê zimanê tirkî di dibistanan de ferd kiriye. Li dijî şandina zarokên Efrînê yên ji bo şerê Lîbya, malta nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ji ber hovîtiya çeteyên dewleta Trik, şêniyên Efrînê di dujehê de jiyan dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku li tax Eşrefiyê ya Efrînê ji bo ava cemdî di navbera çeteyan de şerek rû da.

Di encama şer de çete zarokê bi navê Reşîd Mihemed Reşîd 12 yê ji gundê Elemdara ya navçeya Raco û Bangîn Xelîl Ebdelah yê ji gundê Şêxutika ya Mabata kuştin.

Dewleta Tirk li Efrînê zimanê Tirkî li şûna zimanê Kurdî ferz dike

Li aliyek din jî, bi domdarî dewleta tirk a dagirker navên gund, qed, dibistana û saziyan diguhere.

Dewleta Tirk zimanê kurdî di metreyal ku li herêma Efrîn a dagirkirî tê dayîn qedexe kir û li şûna wê zimanê Tirkî xistiye.

Rêxistinê da zanîn, dewleta Tirk navê Efrîn di meteriyal û belgeyên xwe yên fermî jî bi navê Xisin Elzeytûn guhartiye.

Dewleta Tirk zarokên Efrînê direvîne û dixe şerê Lîbiyayê

Dewleta Tirk ji bo berjewendiya xwe li Lîbiyayê pêk bîne, zarokên Sûrî û Efrînê jî bi kar tîne.

Çavdêriya Sûrî a Mavê Mirovan ragihand ku dewleta Tirk 150 zarok şadine şerê li Lîbiyayê, jê 16 zarok hatin Kuştin.

Yek ji van zarokên ku dewleta tirk ew xapandine û şandiye Lîbyayê Ebdo Şêxo yê 15 salî ye.

Ebdo ji gundê Tûta ya navçeya Mabatayê ye.

Di vê der barê da malbata Ebdo ji rêxitistinên mirovî daxwaz kirin ku çaranûsa zarokê wan eşker bikin.

Back to top button