Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir

Hêzên Hikûmeta Şamê careke din agirbest binpê kirin û 6 gundên başûrê Idlibê topbaran kirin. Li rojavayê Idlibê jî leşkerên dewleta tirk malbatek kir hedef û zarokek kuşt.

Hemwextî agirbesta Putin-Erdogan a ku di roja xwe 77’an de ye, şerê li Idlibê dewam dike.

Hêzên hikumeta Şamê îro 6 gundên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Lê derbarê encamên topbaranê de ti agahî nehatin belavkirin..

Her wiha duh jî di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de li eniya El-Enkawî ya li bakurê Hemayê, şer hebû.

Çavdêriyê diyar kir ku jineke ku hewl dida ji rojavayê Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin hedef girtin.

Di encamê de ew jin û zarokekî xwe birîndar bûne û zarokekî wê jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button