Mismarî: Destwerdana Tirkiyê hewldanên aştiyane li Lîbyayê têk birin

Şer û aloziya li Lîbyayê dewam dike. Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbya Ehemd Mismarî diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk ya Lîbyayê û desteka ji bo çeteyan, hemû hewldanên çareseriya aştiyane, têk birin.

Serokerkanê hêzên hewayî yê artşa Lîbyayê teqez kir ku hêzên wan ên hewayî wê operasyoneke herî mezin di dîroka Lîbyayê de ye, li dijî çeteyan pêk bîne.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbya Ehemd Mismarî derbarê rewşa dawî li Lîbyayê li Benxazî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Mismarî bal kişand ser desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan û got:

Tirkiyê desteka çekan daye çeteyên li Terablusê û bi hezaran çete jî şandine wir.

Lê belê Netewyên Yekbûyî destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê, şermezar nekir.

Mismarî da zanîn ku destwerdana Tirkiyê li Lîbya û desteka çeteyan, hişt ku aloziya Lîbya ya ji 2014 û vir çareser nebe.

Mismarî teqez kir ku tenê parlemento dikare li ser hevpeymanan erê bike û beriya niha jî hevpeymana diyarkirina sînorên deryayî ku Serokê hikûmeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn Fayiz Serac a bi Erdogan re li ser îmze kiribû, red kir.

Derbarê agirbesta ku artêşa niştimanî ya Lîbî pêşinyar kiribû jî Mismarî got:

Aliyê din ev agirbesta mirovî ya bi boneya Remezanê red kir û êrîşên xwe dewam kirin.

Me ti navendên tendurisiyê yên li Terablusê hedef negirtine.

Her wiha bi fûzeyên girad êrîşî bajarê Esabia kirin.

Mismarî destnîşan kir ku ew ji bo aştî û ewlehiyê û ji bo parastina welatê xwe ji hilweşînê û bi taybet piştî destwerdana Tirkiyê, şerê terorê dikin.

Mismarî bal kişand ser wê yekê ku piştî ku Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê anîn Terablusê, bûyerên revandina jinan jî zêde bûne.

Şêx û rûspiyên Lîbyayê banga aktîvkirina hevpeymana parastinê ya hevbeş kirin

Li aliyê din Meclisa Bilind a Şêx û Rûspiyên Lîbyayê, bi daxuyaniyekê xwestin ku hevpeymana Parastinê ya hevbeş a Erebî were aktîvkirin.

Her wiha bang li Misrê kirin ku êrîşa Tirkiyê ya li Lîbyayê, rawestîne.

Serokerkanê hêzên hewayî yê artşa Lîbyayê Seqir El-Crûşî teqez kir ku hêzên wan ên hewayî wê operasyoneke ku ya herî mezin di dîroka Lîbyayê de ye, pêk bînin.

Ji bo wê jî ji her kesî xwest ku dûrî noqteyên dewleta Tirkiyê yên li hemû bajaran bikevin.

Tirkiyê jî bersiv da û got, ev yek wê encamên giran bi xwe re bîne.

Back to top button