Şehba..Ji ber topbaranê, agir bi zeviyan ket

Dewleta Tirk a dagirker careke dinê gundên Şehba topbaran kir û agir bi zeviyan ket.

Artêşa dewleta dagirker gundê Herbel ê kantona Şehbayê topbaran kir di encamê de zeviyên çandiniyê şewitîn.

Komîteya Rewşên Awarte şewat bi temamî vemirand.

Duh jî di saetên piştî nîvro de dagirkeran ji bajarokê Mari yê herêma Ezazê gundê Herbel topbaran kirin.

Li gundê El-cat yê Minbicê jî agir bi zeviyên şêniyan ket.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî alîkariyê şêniyan di vemrandina agir de kirin.

Back to top button